Cotmeh 30, 2023 10:04 Asia/Tehran
  • Hişyariya UNICEFê derbarê rewşa zarokan li Xezzeyê

Sindûqa zarokan a NY ,UNICEFê rewşa zarokan li Xezzeyê nalebar da zanîn

Di halekî de  ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku sedî 70 ji şehîdên cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê jin, zarok û kal û pîr in, hevgav berdevkê UNICEFê Tûbî Friker roja Yekşemê got: Rewşa zarokan li Xezayê diltezîn e.

Frîker her wiha  got: Em dixwazin nexweşxaneyan biparêzin, li Xezzeyê deriyên însanî yên ewleh ava bikin û alîkariyên mirovî bo xelkê sivîl bên şandin.

Ji aliyê din ve, Rêxistina Xaça Sor a cîhanî roja Yekşemê daxwaza  damezrandina agirbeseke bilez û garantîkirina gihandina alîkariyan bo zîvala Xezzeyê kir.

Xaça Sor a cîhanî ragihand ku bi berfirehbûna êrişên leşkerî yên Îsraîlê ser Xezzeyê, pêwîstiypên mirovî yên xelkê vê deverê zêde bûne.

Hevgav komên alîkariyê li Xezzeyê jî  rastî  bêewlehtiyê hatine.

 

Serepeyv