Cotmeh 23, 2023 10:16 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana alîgirên Filistînê li bajarê Nisê yê Fransayê hat qedexekirin

Lidarxistina xwepêşandana alîgirên Filistînê ku bo Yekşemê li bajarê Nisê hatibû plankirin, hat qedexekirin.


Konseya Dewletî ya Fransayê qedexeya xwenîşandana alîgirên Filistînê  ku  bo roja Yekşemê li Nîse hatibû plankirin, piştrast kir.

Qedexeya hatî ragihandin şert û mercên xwe hene û  wek qedexeyeke bingehîn  bo her xwenîşandaneke bi heman armancê  nayê qebûlkirin.

Qaymeqamê bajarê Nîse îdia kir ku polîsên  vî bajarî bo konser û pêşbirkên futbolê û çalakiyên din hatine seferberkirin û nikarin ewlehiya beşdarên vê xwepêşandanê misoger bikin.

Eva di halekî de ye ku civateke  Fransî ya çalak li warê piştevaniya ji gelê Filistînê wek berteka li hember vê biryara hikûmetê  ragihand ku ev biryar neadilane ye, ji ber ku tu qedexeyekê bo lidarxistina kombûna alîgirên Rejîma Siyonîst nehatiye berçavgirtin.

Di rojên derbasbûyî de, xelkê seranserê cîhanê bona  piştgiriya ji xelkê Xezzeyê derketine kolanan û hinek welatên ewropî ji wan Fransa û Almanya li dijî lidarxistina xwenîşandana alîgirên Filistînê rabûne.

 

Serepeyv