Cotmeh 19, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Çînê bertek nîşanî boykotên neqanûnî yên Amerîkayê dijî Îranê da

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê boykotên neqanûnî yên Amerîkayê dijî Îranê şermezar kir.

Mao Nîng Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê wek berteka vî karê nû yê Amerîkayê dijî hin kes û saziyan li Îranê, got: Çîn hertim bi awayê vebirr li dijî boykotên neqanûnî û yekalî yên Amerîkayê dijî Tehranê ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê got: Piken teqez ji maf û berjewendiyên kompanî û welatiyên çînî berevanî dike.

Wezareta Xizînedariyê ya Amerîkayê roja Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Ofîsa Kontrolkirina Darayîyên Derveyî ya Wezareta Xizînedariyê ya Amerîkayê 11 kes, heşt sazî û keştiyeke bicihbûyî li Îran, Hong Kong, Çîn û Venezuelayê boykot kirin.

Ev boykot li dijî Îranê di rewşekê da tên sepandin ku ji roja Çarşemiyê va, li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY'yê,. hemî sînordariyên ku b awayekî ne-edlane dijî Komara Îslamî ya Îranê hatibûn sepandin bi dawî hatin û Îran êdî mijara ti sînordariyekê di çarçova Konseya Ewlehiyê da nîne.

Her wiha hemî sînordariyên dasepandî li ser kes û saziyên destnîşankirî di Lîsteya 2231ê da, ji an astengkirina darayîyan bi dawî tên û ev lîste dê ji malpera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî were jêbirin.

 

Serepeyv