Cotmeh 19, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Piştevaniya hikûmeta Inglîzê ji Rejîma Siyonîst di serdana bo Filistîna dagirbûyî da

Serokwezîrê Inglîzê vê sibê gihîşte erdên dagirbûyî.

Rîşî Sûnak Serokwezîrê Inglîzê di hevdîtina bi Îshaq Hêrtzog Serokê Rejîma Siyonîst da tekezî li ser zêdekirina piştevaniyên LOndonê ji vê rejîmê di cenga Xezeyê da kir.

Rîşî Sûnak di halekî da xelkê Inglîzê di piştevaniya ji Rejîma Siyonîst hevrê digel xwe dide zanîn ku ji dema êrîşa Îsraîlê ser Xezeyê bajarên Inglîzê nemaze paytext bûne qada lidarxistina xwenêşandana dije-siyonîstî ya herî mezin di salên dawî da.

Li xwenîşandana piştevaniya ji Filistînê li bajarên Inglîzê, şopînerên hemî dînan ji wan yehûdî li dijî tevkujiya Îsraîl li Filistînê îtiraz dikin. Amerîka û Inglîz bi giranî piştgirî ji cinayetên cengê yên Îsraîlê dikin.

Neraziyên bihêrs j nefreta xwe ji dewama piştevaniya hikûmeta Inglîzê ji Rejîma Îsraîlê diyar kirin û ji bo tendursitiya xelkê Xezeyê dia kirin.

Tevî daxwaza cîhaniyan ji bo pêkanîna agirbesê li Xezeyê û pêkanîna aştiyê li Filistînê, Îsraîl û dewletên piştevana wê, hîn jî tekezî ser dewama şêrr û kuştina zêdetir a filistîniyan dikin.

 

Serepeyv