Rûsiyê hinardekirina ardûyê bo piraniya welatan qedexe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343719-rûsiyê_hinardekirina_ardûyê_bo_piraniya_welatan_qedexe_kir
Hikûmeta Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo istiqrara li bazara enerjiyê ya navxweyî, hinardekirina benzîn û qazoîlê bo piraniya welatan bi awayekî demkî qedexe kiriye.
(last modified 2023-09-22T01:38:03+00:00 )
Îlon 22, 2023 05:06 Asia/Tehran
  • Rûsiyê hinardekirina ardûyê bo piraniya welatan qedexe kir

Hikûmeta Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo istiqrara li bazara enerjiyê ya navxweyî, hinardekirina benzîn û qazoîlê bo piraniya welatan bi awayekî demkî qedexe kiriye.

Pavil Sorokin, Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Rûsiyê roja pêncşemê di daxuyaniyekê de got: Ev qedexe demkî ye û tedbîrên zêdetir girêdayî bi têr û tijîbûna bazara navxweyî ye.

Sorokîn her wiha got: Ev sînordarkirina demkî dê bazara ardûyê ya navxweyî têr û tijî bike û buhaya ardûyê bo bikirran kêm bike.

Li gor vê raporê, hinardekirina benzîn û qazoîlê bo çar welatên Belarûs, Kazaxistan, Ermenistan û Qirqîzistanê ne qedexe ye.

Di mehên buhurî de, Rûsye rastî kêmbûna benzîn û qazoîlê hat, ku di encamê de buhaya ardûyê jorde çû. 

Ev rewşa qeyranî li hin beşên cotkariyê li başûrê Rûsiyê ku di demsala hilberînê de ne, zêdetir e.

 

منبع خبر