Îlon 10, 2023 09:15 Asia/Tehran
  • Hejmara candayîyên erdheja Mexrîbê zêdetir bû

Wezareta Karên Navxweyî yê Mexrîbê qala zêdebûna hejmara candayîyên erdheja giran li vî welatî bo 1037 mirî û 1204 birîndaran kir.

Li gorî rapora Kanala El-Cezîreyê, Wezareta Karên Navxweyî yê Mexrîbê ragihand ku hejmara candayîyên vê erdheja bêmînak di sedsala dawî da gihîştiye 1037 mirî û 1204 birîndaran.

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, Di erdheja giran a bi hêza 6,8 rîşteran ku deverên cûrbecûr ên Mexrîbê hejandine, zêdetir 300 hezar welatî tûşî zirarê bûne.

Vê erdheja ku di saet 11ê êvara Îniyê qeweimî, bajarê mezin vî welatî j wan Rebat, Darul-beyza, Meknas, Fas, Merakeş (bakur), Exadîr û Tarodantê (navend) hejandin.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Hundir ê Îranê êvara Şemiyê tevî sersaxîdana bo milet û dewleta misilman a Mexrîbê nemaze bo Nasir Borîte hevpêşeyê xwe yê mexribî, amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo xizmetgihandina bo ziyandîtiyên erdhejê li vî welatî ragihand.

 

Serepeyv