Hişyariya Pûtîn derbarê bikaranîna teknolojiya jênêtîkê bo çek û sîlehan
Îlon 04, 2023 15:36 Asia/Tehran
Serokkomarê Rûsyê derbarê dûhatên bikaranîna teknolojiya jenetîkê bo çek û sîlehan hişyarî da.
Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê tevî hişyariya derbarê bikaranîna teknolojiya jenetîkê bo çek û sîlehan, ragihand: Rûsiya girîngî û metirsiyên teknolojiya jenetîkê wek çekeke bi hêzeke tirsnak û wêranker têdigihe û hewl dide di vî warî de meselên exlaqî biparêze.
Pûtîn her wiha got: Li gorî gotina pisporan mijara jeneteîkê girîng û metirsîdar e. Tê gotin kesên ku di warê jenetîkê de rola pêşengiyê hene, dê di destên wan de çekeke bi hêz û wêranker hebe.
Di dawiyê de, Serokkomarê Rûsiyê tekez kir: Rûsiye dê garantiyê bide ku dê bingehên erênî yên li pişt mesela jenetîkê neke metirsiyek dijî hemî mirovahiyê.