Îlon 01, 2023 09:32 Asia/Tehran
  • Çîn: Amerîka gefa atomî ya herî mezin dijî cîhanê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê tevî amajeya bi çekên atomî yên mirinbar ên Amerîkayê, Waşîngton wek gefa atomî ya herî mezin li dijî cîhanê zanî.

Wû Kiyan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê roja Pêncşemiyê got: Amerîka yekem welat e ku siyaseta Pêşîlêgirtina Navokî ya Êrîşkerane didomîne û hema wisa sermayeguzariya mezin di warê çekên atomî da ji bo bkaranînên cengê didomîne.

Wû got: Îdiayên Amerîkayê ji bo (qaşo) mezinnîşandana gefa navokî ya Çînê meseleyeke nû nîne.

Wî got: Amerîka ji bo parastina serdestiya xwe ya navokî navçeya Asya-Oqyanûsiyeyê tûşî kêşeyê aniye û rastî rûbirûbûneke navokî kiriye.

Di vî warî da, demek beriya niha Ameîrkayê Jêderyayîyeke xwe ya atomî li peravên Koreya Başûr bi cih kir.

Çend roj berê Antonî Katên Serokê Fermandetiya Stratejîk li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji berfirehbûna şiyana leşkerî ya atomî ya Çînê anî ziman.

Ev di rewşekê da ye ku Amerîka xwediyê hejmara herî zêde ya çek û alavên şêrr ên navokî li cîhanê ye û tenha welat e ku li dijî welatekî din bomba atomê bi kar aniye.

 

Serepeyv