Tebax 28, 2023 15:12 Asia/Tehran
  • Wezîra karên derve ya Lîbyayê piştî hevdîtina bi rayedarekî siyonîst re ji kar hattaluqkirin

Piştî berfirebûna hestên dijî siyonîstî yên gelê Lîbyayê û nerazîbûna tund li hember hevdîtina nehênî ya Necla El-Monghoş, Wezîra karên derve ya vî welatî bi hevtayê xwe yê siyonîst, ew ji karê xwe li wezareta karên derve ya Lîbyayêhat taluqkirin

Ebdulhemîd El-Debîbe, serokwezîrê hikûmeta yekitiya niştimanî ya Lîbyayê fermana rawestandina demkî ya xebata wezîra karên derve ya vî welatî da.

Serokwezîrê Lîbyayê her wiha fermana pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê hevdîtina nefermî û nepenî ya Necla El-Menqoş bi Êlî Kohen, wezîrê karên derve yê Rejîma Siyonîstî da.

Li gorî vê fermanê, Fetullah Ebdulletîf El-Zenî Wezîrê Karûbarên Ciwanan ê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê heta diyarkirina encama  dosyia El-Menqoşê bi awayekî demkî dê karê Wezareta Derve bike. 

Pêştir jî çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku wezîrên karên derve yên Lîbya û Rejîma Siyonîst heftiya buhurî li Îtalyayê li hev civiyan. Ev nûçe ji aliyê Wezareta Karên Derve ya rejîma dagirker ve hate eşkerekirin.

Vê kiryara wezîra karên derve ya Lîbyayê gel û kesayetiyên vî welatî û komên filistînî hêrs kirin û wan xwestin ku biladerbarê vê nêrînê biryareke cidî were dayîn. 

 

Serepeyv