Pûtîn ferman da hêzên Wagnêr ku dilsoziya xwe ragihînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343258-pûtîn_ferman_da_hêzên_wagnêr_ku_dilsoziya_xwe_ragihînin
Serokkomarê Rûsyê Vladimîr Pûtîn ferman da hêzên koma Wagner ku sonda dilsoziya bi hikûmetê re îmze bikin.
(last modified 2023-08-26T10:58:34+00:00 )
Tebax 26, 2023 14:25 Asia/Tehran
  • Pûtîn ferman da hêzên Wagnêr ku dilsoziya xwe ragihînin

Serokkomarê Rûsyê Vladimîr Pûtîn ferman da hêzên koma Wagner ku sonda dilsoziya bi hikûmetê re îmze bikin.

 

 Endamên Koma Wagnerê, bi serokatiya Yevgeny Prigozhin, ku çend roj berê di qezaya balafirê de mir, li dijî Moskowê serhildaneke çekdarî da destpêkirin; Ev serhildan zû û bi navbeynkariya Belarusê bi dawî bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Vladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê roja Îniyê biryarek îmza kir û li gorî vê biryarnameyê endamên koma Wagner mecbûr in ku sonda dilsoziya bi hikûmetê re îmze bikin.

Li gorî vê biryarê, her kesê ku li ser navê artêşa Rûsyê karekî bike yan jî di şerê li Ukraynê de piştgiriya Rûsyayê bike, divê bi  fermî  sonda sozdariya bi Rûsyayê re îmze bike.