Pûtîn ferman da hêzên Wagnêr ku dilsoziya xwe ragihînin
Tebax 26, 2023 17:55 Asia/Tehran
Serokkomarê Rûsyê Vladimîr Pûtîn ferman da hêzên koma Wagner ku sonda dilsoziya bi hikûmetê re îmze bikin.
Endamên Koma Wagnerê, bi serokatiya Yevgeny Prigozhin, ku çend roj berê di qezaya balafirê de mir, li dijî Moskowê serhildaneke çekdarî da destpêkirin; Ev serhildan zû û bi navbeynkariya Belarusê bi dawî bû.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Vladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê roja Îniyê biryarek îmza kir û li gorî vê biryarnameyê endamên koma Wagner mecbûr in ku sonda dilsoziya bi hikûmetê re îmze bikin.
Li gorî vê biryarê, her kesê ku li ser navê artêşa Rûsyê karekî bike yan jî di şerê li Ukraynê de piştgiriya Rûsyayê bike, divê bi fermî sonda sozdariya bi Rûsyayê re îmze bike.