Neteweyên Yekbûyî: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343243-neteweyên_yekbûyî_bêrêziya_li_pirtûkên_pîroz_nayê_qebûlkirin
Berdevkê NY bal kişand ser vê yekê ku em alûgurên li Iraq û Swêdê dişopînin û tekez kir: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin û pêwîstiya me bi rêzgirtina dualî heye.
(last modified 2023-08-25T10:29:03+00:00 )
Tebax 25, 2023 13:57 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin

Berdevkê NY bal kişand ser vê yekê ku em alûgurên li Iraq û Swêdê dişopînin û tekez kir: Bêrêziya li pirtûkên pîroz nayê qebûlkirin û pêwîstiya me bi rêzgirtina dualî heye.

Îstefan Dûcarîk, Berdevkê NY roja pêncşemiyê di nava koma nûçegîhanan de wek berteka li himber bêrêziya li Quranê li Swêdê û herwiha şewitandina balyozxaneya Swêdê li Bexdayê û qutkirina peywendiyên dîplomatîk di navbera Iraq û Swêdê de got:  Em alûguên Iraqê, ji wa çûyîna neraziyan nav balyozxaneya  Swêdê û agirberdana wê bi nigeranî dişopînin. 

Berdevkê NY tekez kir: Pêwîstiya me bi rêzgirtina li  hev heye. Eşkere ye ku bêrêziya li pirtûkên pîroz û navendên îbadetkirinê nayê qebûlkirin, lê mixabin ev çend qurne ne ku kiryarên bi vî rengî bo tehrîkirinê tên bikaranîn.

Ducarîk diyar kir: Divê xelk rêzê li mezheba hev bigrin û nabe xelk li dû hilkolandina van meselan bin