Tebax 24, 2023 07:32 Asia/Tehran
  • Serokê Wagnerê hat kuştin

Yûgnî Prigojin, Serokê Koma Wagnerê di qezaya jordeketina balafirê de hat kuştin.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku duh Çarşemiyê balefireke sivik ya hilgirê  Yûgnî Prigojin  Serokê Koma Wagnera Rûsiyê li nêzîk Moskowa paytexta vî welatî ketiye xwarê û hemû rêwiyên wê canê xwe ji dest dane.  Li gorî daxuyaniya Rêxistina balefiran a Rûsiyê dibêje navê Prîgojîn jî di nava  lîsteya rêwiyên  vê balefirê de bûye. Ev balfir hilgirê 10 rêwî û sê xedemeyên firînê bû.

 Li gorî daxuyaniya Rêxistina balefiran a Rûsiyê,lêkolîna li ser ketina vê balafirê dest pê kiriye, artêşa taybet a Wagner ku  Prigojin fermandariya wê dikir, vê dawiyê bi hnadana wî hewl da li dijî Moskovayê serhildanê bike, lê bi ser neket.

 

Serepeyv