Tebax 21, 2023 08:23 Asia/Tehran
  • Gulleavêtin li Siyatêla Amerîkayê, 9 kuştî û birîndar hene

Karbidestên Amerîkayê ragihandin ku di encama gulleavêtina li xwaringehekê li başûrê Siyatêlê 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Ev bûyer roja Yekşemiyê qewimî, û hûrgiliyên zêdetir derbarê sebebkar û navên kuştî û birîndaran nehatine weşandin.

Azadiya kirîn û firotinê û hilgirtina çekan li Amerîkayê bûye sedema şîdeta çekdarî û gulleavêtina li seranserê vî welatî, ku di encamê de her roj hin kes dibin gorrî.

 Şîdeta çekdarçiyê li Amerîkayê  her sal canê bi sedan mirovî digre, lê ji ber lobiya şîrketên berhemhênerê çekan, heta niha hikûmetaAmerîkayê nekariye vê şîdetê rawestîne û an wê  kontrol bike.

Li gor encamên lêkolîneke nû li Amerîkayê, ji her 5 kesan, kesek li vî welatî rastî gefê hatiye û şîdeta bi çekan tecrube kiriye.

Serepeyv