Pûtîn beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nabe
Tebax 18, 2023 17:17 Asia/Tehran
Medyayên Rûsiyê ragihandin ku Vladîmîr Pûtîn beşdarî civîna 78emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nabe.
Sergey Lavrov ,Wezîrê Derve yê Rûsyayê dê serokatiya şanda wî welatî di sefera Newyorkê bo beşdariya li 78emîn Civîna Civata Giştî ya NY bike.
Bi vî awayî Vladimir Putin, Serokkomarê Rûsiyê îsal dê beşdarî civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nebe.
Civata Giştî ya NY ku rayeadrên welatên cîhanê têde beşdar dibin,dê roja 5 Îlonê destpê bibe.
Pûtîn par jî beşdarê civata Giştî ya NY nebibû û Wezîrê Karên Derve yê vî welatî beşdarê wê civînê bibû.