Tebax 18, 2023 16:51 Asia/Tehran
  • Êrîşa artêşa Sûdanê bi xwefiran ser meqerên hêzên Hemîdetî

Artêşa Sûdanê ragihand ku bi xwefiran meqera hêzên Berteka Lezgîn bi fermandetiya Mihemed Hemdan Deqelû nasiyar bi Hemîdtî li taxa El-Riyazê li rojhilatê Xartûmê dane ber êrişan.

Artêşa Sûdanê ragihand ku meqera hêzên Berteka Lezgîn a bi  fermandetiya Mihemed Hemdan Deqelû nasiyar bi Hemîdtî li taxa El-Riyazê li rojhilatê Xartûmê  bi xwefiran dane ber êrişan.

Şehedhalan ragihandin ku di encama bombebarana navçeyeke başûrê Xurmatûmê bi  xwefirên artêşa Sûdanê  ,kesekî sivîl hat kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Şehedhalan diyar kirin ku di encama van êrîşan de hinek mal kavil bûne.

Çavkaniyên nûçeyan derbarê  firîna xwefirên artêşa Sûdanê bi awayekî perrate û rawestana Hêzên Berteka Lezgîn li himber wan li Xartûmê agahî dan.

Di heman demê de, çavkaniyên Sûdanê qala rewşa aloz a bajarê El-Faşerê navenda Darfûra bakur kirin û rewşa El-Fûleya navenda parêzgeha Kurdwana rojavayê qeyranî wesif kirin.

Ji 15ê Nîsanê ve, pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa Sûdanê bi serokatiya Abdulfetah El-Burhan û hêzên berteka Lezgîn bi serokatiya Mihemed Hemdan Dqeqelû, li ser desthilatê li Xartûm û derdora wê û her wiha li rojava Darforê û hinek navçeyên din ên vî welatî di rojevê de ne.

Wezîrê Tenahiya Civakî ya Sûdanê ragihand ku dewama  nakokiyan li Sûdanê, rewşa aborî aloztir kiriye û asta feqr û xizaniyê  ji berê zêdetir kiriye.

Tê texmînkirin rêjeya xizaniyê nêzîkî %80  be û bi bidawîhatina şer re, ev rêje dê di pêşerojê de berpirsiyariya civakî ya hikûmetê dê du beramber bike.

NY jî  hişyarî da ku bi milyonan kes li Sûdanê rastî kêmasiya xwarekê hatine û hinek ji wan Ji ber nebûna xizmetguariyên tenduristiyê canê xwe ji dest didin.

Tevî ragihandina çend qonaxên agirbesê û hewldanên  aliyên navçeyî û navdewletî, ev pevçûn hîn jî berdewam e.

.

Serepeyv