Tebax 09, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Zanyariyên nû ji azirandina cinsî li Garda Peravê ya Amerîkayê

Kanala CNN'ê qala dosyeya azirandina cinsî li nav leşkerên Garda Perravê ya Amerîkayê kir.

Kanala CNN'ê ragihand, Fermandeyê berê yê Garda Perravê ya Amerîkayê rê li ber weşandina lêkolînan derbarê bi dehan sal azirandina cinsî li zankoya ser bi vê hêzên girtibû.

Rapora Adra 2023an a Pentagonê nîşan da ku amara destdirêjiya cinsî ya ragihandî li zankoyên leşkerî yên Amerîkayê di sala perwerdehiyê ya 2021-22 bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li gorî vê raproê, Zêde ji jinekê li nav her 5 jinan (sedî 21.4) tûşî azirandina cinsî bûne.

Ev amar anegorî sala 2018an dema ku rapirsîna herî dawî ji ber sînordariyên koronayî pêk hat, derdora sedî 16 zêdebûn nîşan dide.

Her wiha ev rêje ji bo mêran sedî 4.4 bûye ku anegorî sedî 2.6 di sala 2018an da zêdebûneke berbiçav e.

 

Serepeyv