Tebax 05, 2023 16:58 Asia/Tehran
  • Sê sal hews li serokwezîrê berê yê Pakistanê hat birîn

Medya Pakistanê ragihand ku dadgeha Pakistanê cezayê sê sal hewsê li Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Îmran Xan birî.

Hat gotin hegera cezakirina Îmran Xan ew e ku wî diyariyên ku ji bo dewletê hatibûn dayîn, di navbera salên 2018-2022’yan de firotiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye di 10’ê Nîsana 2022’yan de piştî civîna 14 saetî ya parlementoya Pakistanê, bi dengê 174 parlementeran biryar hat girtin ku bawerî ji serokwezîrê welat were standin. Di dîroka Pakistanê de yekem car bû ku parlementoyê bawerî ji serokwezîrê welat wergirt.

 

 

Serepeyv