Tîrmeh 21, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Pêşniyaza rayedarên Ewropayê ji bo piştevaniya bi çekan ji Ukraynê

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) pêşnumaya demdi9rêj a 20 miliyar Euro ji bo raberkirina piştevaniya leşkerî ya mayînde û pêşbînîkirî ji Ukraynê pêşniyaz kir.

Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) piştî civîna wezîrê derve yên Yekitîya Ewropayê li Brûkselê, got: Terxankirina bûceya 20 miliyar Euro dê beşeke Bûceya Aştiyê ya Ewropayê (EPF) be; amûrek derveyî Bûceya Yekitîya Ewropayê ku heta niha 5.6 miliyar Euro alîkariya leşkerî ji hêzên çekdar ên Ukraynê ra terxan kiriye,.

Bi bawera Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE), hebûna amûreke cida ji bo terxankirina alîkariyên darayî ji aliyê Yekitiya Ewropayê va bo Ukraynê pêwîst e, ji ber ku soznameyên damezirandina vê yekitiyê, bikaranîna çavkaniyên darayî yên hevpar ji bo dabînkirina darayî ya operasyona bi dûhatên leşkerî an berevanî qedexe dike.

Josep Borrell got: Em îcadkirina beşeke taybet di bin bûceya Plana Aştiyêya Ewropayê pêşniyaz dikin ku jin bo çar salên bê her sal 5 miliyar Euro ji bo hewcetiyên berevaniyê yên Ukraynê were dabînkirin.

Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) her wiha got: Ev pêşnuma dê di civîneke nefermî ya wezîran li Tolêdoya Spanyayê ku biryar e dawiya Tebaxê were lidarxistin, were vekolandin.

Ev di rewşekê da ye ku Pîtêr Sîcarto Wezîrê Derve yê Hungaryayê got: Pêşniyaza Borêl ji bo terxankirina 20 miliyar Euro alîkariya leşkerî bo Ukraynê di heyama 4 salan da tê wateya dewama şêr û dijminatiyan di çend salan da.

Wî tekez kir: Di rewşa pesendkirina vê pêşnumayê êdî nabe ku fikra bidestxistina Aştiyê (li Ukraynê) ne tenê di kurtedemê belkî di dirêjdemê da jî bikin.

 

Serepeyv