Tîrmeh 09, 2023 07:56 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li Fransayê dîsan hat domandin

Xwenîşandana bi pevçûn û şidet bi boneya bîranîna salane ya Adama Traorê (Adama Traoré) çermreşê ku li Fransayê bûbû goriyê şideta polîsê vî welatî careke din dest pê bû.

Hejmareke zêde ya gelê Fransayê roja Şemiyê bi dû bangewaziya salroja kuştina Adama Traorê û wek nerazîtiya li hemberî tundûtûjiya saziyên ewlehiyê yên vî welatî bi kombûna li meydanên Parîsê xwenîşandan li dar xistin.

Ev xwenîşandan tevî dijayetiya giran a hikûmeta Emmanuel Macron Serokkomarê Fransayê û bi navê "Şermzeriya tundûtûjiyên Polîs" ji Meydana Komarê li navenda Parîsê dest pê bû.

Nerazîyan tevî nefret û hêrsa ji şideta gellekî zêde ya polîs, reftara polîsê vî welatî şermezar kirin.

Mûrîl Gîlbêrt (Murielle Guilbert) Nûnerê Gelemperî yê Yekitiyên Karkeran ên Fransayê nasyar bi Sendîka Solîdêr (Syndicale Solidaires) di vê meşê da hikûmeta vî welatî bi "Înkarkirina tundûtûjiya polîs" û "Nijadperestiya Nijyarî" tawanbar kir.

Nerazîtiyên vê dawiyê li Fransayê piştî kuştina Nahil Merzûq nûciwanê fransî ji aliyê polîsê vî welatî va li navçeya Natnerê ya derdora Parîsê dest pê bûn.

Pêla van nerazîtiyên berfireh bilez seranserî Fransayê da ber xwe.

 

Serepeyv