Tîrmeh 02, 2023 09:43 Asia/Tehran
  • Li 20 bajarên dorhêla Parîsê Qedexetiya Hatûçûnê hat ragihandin

Polîsê Fransayê 45 hezar hêzên polîs û hêzên dije-şoreşê ji bo sekinîna li hemberî nerazîtiyên ku di şevên derbasbûyî da li bajarên cûrbicûr pêk hatine, bi cih kirine û li gorî raporan li 20 bajarên dorhêla Parîsê Qedexetiya Hatûçûnê hatiye sepandin.

Cêralêd Darmanan Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê got ku ji berêvara Şemiyê va 45 hezar hêzên polîs û hêzên dje-şoreş li bajarên cûrbicûr bi cih bûne da ku rê li ber ajawegêriyên ku di rojên dawî da li van bajaran pêk hatine, bigirin.

Li gorî rapora herî dawî ya derxistî ji Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayî, di nearamiyên vê dawiyê da zêdetirî 1300 kes hatine girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê her wiha got ku hejmareke zêdetir a hêzên ewlehiyê bo bajarê Lyonê hatine şandin da ku rê li ber pevçûnan li vî bajarî bigirin.

Hêzên Polîsê Fransayê bi awayekî berfireh li Kolana Şanzelîzeyê ya navenda Parîsê bi cih bûne da ku rê li ber her cûre îtiraz û nearamiyê li vê navçeyê bigirin.

Li pey belavbûna nûçeya kuştina nûciwanekî 17 salî, neraziyên bihêrs agir bi erebe û avahiyên dewletê li derdora Parîsê xistin. Ji wê demê û pê va nearamî pekiyane bajar û navçeyên din ên Fransayê.

Êmanûêl Mekron Serokkomarê Fransayê mirin vî kurî wek "Bêşirove û Bêhincet" wesifandiye.

Roja Pêncşemiyê medyayên navneteweyî ragihandin, efserê ku ev nûciwan kuştiye, bi sûcê "Kuştina Weke bi Qestî" hatiye tawanbarkirin.

Serepeyv