Tîrmeh 01, 2023 17:48 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya lêborînxwestina hikûmeta Swêdê ji ber derbasbûna ji hêlên sor ên misilmanan

Serok Rêxistina Çand û Peywendiyên Îslamî teqez kir: Hikûmeta Swêdê divê ji ber derbasbûna ji hêlên sor ên misilmanan daxwaza lêborînê bike.

Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Mehdî Îmanîpûr, Serokê Rêxistina Çand û Peywendiyên Îslamî bêrziya li dijî Qurana Kerîm li Swêdê  şermezar kir û ji vê hikûmetê xwest ku bila tevî girtina pêşiya kombûna djberên Qurana pîroz beriya her tiştî ji ber derbaskirina hêlên sor  ên misilmanan û  êşandina dilê wan ,daxwaza lêborînê  ji misilmanên hemî cîhanê bike.

 Îmanîpûr di daxûyaniyekê de nivîsî: Kiryara vê dawiyê ya  Dadgeha Swêdê derheq dayîna îzna lidarxistina  kombûnekê bo şewitndina qurana Kerîm li ber mizgevta sereke ya Ustukhulmê bi mehneya azadiya raderbirînê, cardinê dijberiya eşkere ya saziyên hikûmî û ewlehyê yên vî welatî li himber îslamê eşkere kiriye.

 Kesekî tundrê bi navê Selwan Momîka, roja çarşemiyê li Ustukhulmê, di yekim roja betlaneyên eyda Qurbanê, rûpelên Quranekê  dirrandin û ew li mizgevta navendî ya  vî bajarî şewitand.

 

 

 

 

سوئد

Serepeyv