Tîrmeh 01, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Bi Sedan kes li Sûdanê hatin kuştin

NY derbarê kuştina bi sedan kesên sivîl û awarebûna zêdetirî 2 milyon û 600 hezar kesên din li Sûdanê di encama şêr û pevçûnan agahî dan.

 Ji nîveka Nîsanê va, pevçûnên bi xwîn li Xartûm û bajarên din ên Sûdanê di navbera artêşa vî welatî bi fermandetiya  Ebdulfetah El-Burhan û Hêzên berteka  Lezgîn bi fermandetiya Muhemed Hemdan Deqelû, nasiyar bi Hemîdetî destpê bûye û hewildanên bo bidestxistina agirbeseke dayimî li vî welatî hîna neghêştiye tu encamekê. 

 Ferhan Heq, Berdevkê  Sekreterê Giştî yê NY di civîneke  rojnamevaniyê de derbarê şerê Sûdanê de got: Pevçûnên li vî weltî pir berfireh bûne û gel li mal û li kolanan  dikevin ber êrişan. 

 Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY got ku  ev rêxistina carê  daxwaza sê milyar dolar alîkariyên demlidest ên mirovdostane bo Sûdanê kiriye lê piştî kûtabûna şêr, bo avedankirinê dê hewcetî bi bûceyeke zêdetir hebe. 

 

Serepeyv