Hezîran 29, 2023 15:48 Asia/Tehran
  • Polîsê Albaniyê careke din derbasî baregeha Minafiqînê bû

Sibeha roja Pêncşemiyê Polîsê Albaniyê careke din ji bo vekolandina zêdetir derbasî Kampa Eşrefa 3 bû û di vekolandinên dubare da zanyariyên zêdetir bi dest xistin.

Li gorî rapora Albani Dayli News'ê, Polîsê Albaniyê sibeha îro Pêncşemî 29ê Hezîranê careke din derbasî baregeha koma terorîstî ya Minafiqînê  li navçeya Manzê ya bajarê Dûrsê bû.

Li gorî vê raporê, Medyayên xwecihî ragihandin ku hêzên Polîsê Albaniyê di têketingeha Kampa Eşref-3 bi cih bûne ş hemî erebeyên ku ji vê kampê derdikevin, kontrol dikin.

Cara yekem roja 20ê Hezîranê û li pey rêgirtina Koma Minafiqînê li ber têketina Polîsê Albaniyê ji bo lêgerîna li kampa wan, yekîneya dije-terorê êrîşî wir kir û bi amadebûna li cihê yekîneya sayberî ya vê komê, hemî alavên heyî li wir ji wan komputer û server digel xwe birin.

Koma Minafiqînê di salên dawî da bi alîkariya dewleteke piştevana xwe, serverên herî pêşketî li Yekîneya Sayberî bi kar anîne.

Tê gotin, di van serveran da gelek zanyarî ji wan zanyariyên têkildarî peywendîdar û aliyên ser bi vê komê li nav Îranê hene.

 

Serepeyv