Piştgiriya Piyûng Yang ji Moskowayê piştî serhildana li Rûsiyê
Hezîran 25, 2023 18:09 Asia/Tehran
Koreya bakurî piştgiriya xwe ya tam û tekûz ji hikûmeta Rûsiyê li himber serhildana vê dawiyê ya Koma mîlîtan a Wagnêrê li vî welatî ragihand û got ku komployên bi vî rengî dê bi viyan û alîkariya xelkê Rûsiyê dê bên bêencamkirin.
Prîgojîn,roja îniyê îdia kir ku artêşa Rûsiyê hêzên Wagnêr kirine armanc û 2 hezar endamên vê komê kuştine.
Ew ku ji aliyê rayedarên Rûsiyê ve bi serhildana çekdariyê tawanbar bûye, îdia kir: Endamên Wagnêrê ji Ukraynê derbasî navçeya Rostofa Rûsiyê bûne.
Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Koreya bakurî teqez kir Komara Demokratîk a Gel a Koreyê piştgiriyê dide her cure biryara rêberê Rûsiyê derbarê vê meseleyê.