Hezîran 23, 2023 16:40 Asia/Tehran
  •  Êrişa mûşekî ya  Artêşa Sûdanê ser Xartûmê

 Hêzên Artêşa Sûdanê, meqerên bicihbûna Hêzên Berteka Lezgîn li Xartûma paytexta vî welatî dan ber mûşekan.


Sûdan ku ji 15 Nîsanê va bûye şehedê pevçûna di navbera artêşa vî welatî bi fermandetiya Ebdulfetah El-Burhan û hêzên Berteka Lezgîn, bi fermandetiya Muhemed Hemdan Deqlû ji wan li Xartûm û bajarên din ên bakur û rojava vî welatî, îro hevgavê firînda balefirên cengê yên artêşa Sûdanê ser esmanê bajarê Xartûma paytexta vî welatî, hêzên artêşê,  meqerên Hêzên berteka lezgîn li bajarên Xartûm û Um Dermanê dan ber mûşekan.

 Her wiha Hêzên Artêşê û Berteka lezgîn ên Sûdanê li taxên curbicur ên  bajarê Faşirê li parêzgeha  Darforê bi hev re bi giranî ketin pevçûnê.

 Ji aliyên din ve, di encama êrişa bi hawanê ya hêzên berteka lezgîn  ser taxa Şîkanê ya bajarê Ebyezê li navenda eyaleta Kurfana  bakurî, kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

Rewşa navxweyî li Sûdanê nalebar  û bi karesat e  û hejmara kuştî  birîndarên şerê navxweyî li vî welatî ji 9 hezar kesî derbas bûye.

 Aware di rewşeke pir xiran a mirovî de derbas dikin û gîhandina alîkariyan rastî pisrgirêkê hatiye.

 Hevgav Rêxistina Cîhanî ya Tendrstiyê derbarê belavbûna  nexweşiyan li Sûdanê hişyarî da.

 NY vê dawiyê pêşbînî kir ji ber zêdebûna  nakokî û pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û mîlîtanên vî welatî di heftiyên derbasbûyî de, muhtemel e hejmara awareyan di sala 2023”an heta ji par jî zêdetri be.

Rêxistina  Cîhanî ya Tendrustiyê ragihand 11 milyon kes li Sûdanê hewcetî bi xizmetguzariyn pizîşkî yên lezgîn hene.

 Vê rêxistinê tevî dilênigeraniya ji bandora pevçûnan ser raberkirina xizmetguzariyên pizîşkiyê bo jin û keçên sûdanî, derbarê tehtîlbûna zêde  sê dudyê nexweşaxeyên navçeyên têkildar agahî da.

Rêxistina  Cîhanî ya Tendrustiyê her wiha derbarê belavbûna  nexweşiyên  êpîdêmîk mîna  Hesbe û Malaryayê li Sûdanê  zengila xeterê lêxist.

 

 

 

 

سودان

Serepeyv