Êrişa saybêrî ser saziyên federal ên Emerîkayê û hevpeymaên wê li NATOyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341994-Êrişa_saybêrî_ser_saziyên_federal_ên_emerîkayê_û_hevpeymaên_wê_li_natoyê
Saziyên curbicur li seranserê Emerîkayê û hevpeymanên wê li NATOyê ketin ber êrişa saybêrî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2023 11:45 Asia/Tehran
  • Êrişa saybêrî ser saziyên federal ên Emerîkayê û hevpeymaên wê li NATOyê

Saziyên curbicur li seranserê Emerîkayê û hevpeymanên wê li NATOyê ketin ber êrişa saybêrî.

Êrişên saybêrî yên berbiçav li seranserê  Emerîka û cîhanê qewimîne.

Saziyên federal, dewletên xwecihî û zanîngehên mezin ji van navendan in ku  ketine ber êrişên saybêrî. Ji wan Wezareta Enerjiyê û nexweşxaneyên ser bi zanîngeha Hapkînzê li Mêrîlend û Florîdayê, zanîngeha eyaletî ya Corciya û Dayireya Perwerdeyê ya Mînê-Sûtayê û Şîrketa balefiran a Brîtîş Êyrvîzê bûne. 

 Berdevkê Koşka Sipî bi ragihandina vê yekê ku  hekêr endamê koma saybêrî ya Kêlapê ne ku tê gotin ji nav  Rûsiyê xebatê dikin û  îdia kir, pêşilkarên saybêrî nermamûra Mû - IT,  ku şîrket û saziyên dewletê bo veguhestina agahiyan ji wan lêzanînên kesane bi kar tînin, îstifadeya kirêt dikin.

FBI û saziya ewlehiya saybêrî ya Emerîkayê, heftiya derbasbûyî  derbarê êrişên bi vî rengî hişyarî dabûn şîrketan.