Hezîran 08, 2023 18:53 Asia/Tehran
  • Li Japonê destûr hat dayîn ku bi sedan hezar kes ji ber xetera hezazê cihê xwe vala bikin

Rayedarên Japonê ji tirsa hezazê li du navçeyên vî welatî, destûr dan ku zêdetirî 200 hezar kesî cihê xwe vala bikin.

Qewimîna bahoza giran a tropîkal a bi navê Mawar ji roja Şemiyê 3ê Hezîranê va bûye sebeb ku asta ava çeman rabe û lehî û laser bi rê keve.

Di vî warî da ajansa Sputnik'ê ragihand ku rayedarên Japonê ji tirsa qewimîna hezazê destûr dane zêdetirî 200 hezar kesî li bajarê Hamamatsûyê li parêzgeha Şîzokayê ku cih û warê xwe vala bikin.

 

Serepeyv