May 22, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) derbarê rewşa bazara enerjiya Ewropayê hişyarî da

Rêveberê Cihanînê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) hişyarî da ku bazara enerjiya Ewropayê tûşî sê pirsgirêkên bingehîn bûye.

Fatih Bîrol Rêveberê Cihanînê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê got: Ewroapyê kariye bazarên enerjiya xwe bigherîne û pişka xwe ji kirrîna gaza Rûsyayê bigihêne kêmtir4 ji sedî 4ê û abora vê yekîtiyê hîn derbasî qonaxa paşketinê nebûye.

Rêveberê Cihanînê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê bi gotina vêya ku kiryara Ewroapyê ya kêmkirina girêdayîbûna bi nft û gaza Rûsyayê û kêmkirina qeyrana enerjiyê ya ji ber şerê Ukraynê baş bûye, hişyarî da: Ewropa hema wisa bi kêşe ye û bazara enerjiyê tûşî sê pirsgirêkên bingehîn e.

Bîrol her wiha got: Derketina Çînê ji siyaseta gihandina KOVÎD'ê bo asta sifir di Kanûna derbasbûyî da bûye sebeba zêdebûna daxwaza enerjiyê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê pêşbînî kiriye ku daxwaza cîhanî ya niftê îsal zêde ji du miliyon bermîl di rojê da zêdetir bibe.

Wî got: Ciyhê ecêbmayînê nîne ku Çîn wek duyemîn bikirrê mezin ê niftê li cîhanê piştî Amerîkayê nêzikî sedî 60 ji zêdebûna daxwaza vê berhemê ji xwe ra terxan bike.

Pirsgirêka bingehîn a din ku bazarên enerjiyê yên Ewropayê tûşî wê bûne ev e ku girêdayîbûna wan bi gaza Rûsyayê bi tamî nehatiye qutkirin û asoya raberkirina gazê jî nediyar e.

Gelek ji welatên navçeyê sala derbasbûyî ji ber kêmbûna giran a kirrîna gaza Rûsyayê, tûşî qeyrana enerjiyê bûn.

Hêjayî gotinê ye, Kompaniya dewletî ya enerjiyê ya Gasprom'a Rûsyayê Çileya derbasbûyî ragihand ku hinardekirina gaza vê kompaniyê bo Swîs û Yekîtiya Ewropayê di vê mehê da sedî 55 kêm bûye.

 

Serepeyv