May 22, 2023 10:54 Asia/Tehran
  • Koşka Sipî ji bo êrîşa ser Herêma Krîmeyê çirayê kesk nîşanî Ukraynê da

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Serokkomarê Amerîkayê ragihand kui vî welatî Ukrayn di bikaranîna çekên şandî ji aliyê Amerîkayê ji bo pêkanîna êrîşan ser Nîvgirava Krîmeyê sînordar nekiriye.

Jake Sullivan Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Serokkomarê Amerîkayê şeva derbasbûyî di hevpeyvînekê da got: Me ti sînordariyek ji bo Ukraynê bo êrîşa ser navçeyên ku li nav sînorên navneteweyî yên bifermînaskirî yên vî welatî da ne, diyar nekiriye û Krîme ji hêla me va li nav axa Ukraynê ye.

Krîme sala 2014an û piştî pêkanîna giştpirsîna ku tê da pirraniya niştecihên nîvgiravê deng dan yekbûna dubare digel Rûsyayê, li Federasyona Rûsyayê hat zêdekirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Serokkomarê Amerîkayê tekez kir ku vî welatî pişta êrîşên Ukraynê bi bikaranîna çekên NATO'yê ser kûrahiya axa Rûsyayê negirtiye û dê negire jî.

Hevdem Anatolî Antonov Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê wek berteka li hemberî gotinên Jake Sullivan got: Piştrastkirina êrîşên Ukraynê ser Herêma Krîmeyê ji aliyê Amerîkayê va nîşan dide ku Waşîngton naxwaze minaqeşeya Ukraynê bi rêya aştiyane were çareserkirin.

Antonov got: Her cûre êrîşa ser Nîvgirava Krîmeyê bi nêrîna me êrîşa ser her cihekîdin ê axa Federasyona Rûsyayê ye. Gellekî girîng e ku Amerîka tam ji berteka Moskowê hemberî kiryareke wiha haydar be.

Li gorî nûçeyeke din, Serokkomarê Brezîlê ji ber hewlnedana Konseya Ewlehiyê ya NY'yê bo çareserkirina minaqeşeya Ukraynê lome li vê konseyê kir.

Loyîz Înasiyo Lola Dasîlwa di twittera xwe da nivîsî: Eger Konseya Ewlehiyê ya NY'yê hêza muzakireyê hebûya, wê ji destpêkê va ti pevçûneke leşkerî navbera Rûsya û Ukraynê neqewimiya. Me hewcetî bi saziyeke bihêz û cidî ya navneteweyî heye ku xwedan cîgeh û hêza biryardanê be.

 

 

Serepeyv