May 12, 2023 17:44 Asia/Tehran
  • Borêl di nameyeka nihênî da: Em di mijara Ukraynê da amade ne bi Çînê re hevkariyê bikin

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, di nameyekê da bo wezîrên karên derve yên welatên endam nivîsî ku ev yekîtiya amade ye bi Çînê re li ser pilanekê ji bo bi dawîanîna şerrê Ukraynê hevkariyê bike.

Tevî nîşandayîna dijayetiyên aşkera yên Cozêf Borêl, berpirsê siyaseta derveyî ya Yekîtiya ewrûpayê bi pilana Aştiyê ya Çînê ji bo bi dawîanîna şerrê Ûkraynê, a nika tê ragihandin ku ew bi awayeka nihênî hewldanên Pêkenê dipejirîne.

Kovara Faynanşiyal Taymzê îro ragihand ku nameyek bi dest xistiye ku tê de Borêl xitabî wezîrên karên derve yên welatên endamê Yekîtiya ewrûpayê, li ser amadetiya vê yekîtiyê ji bo hevkariya bi Çînê re di mijara Ûkraynê da pêgîrî kiribû.

Borêl di vê nameyê da nivîsî ku Yekîtiya ewrûpayê ji bo danûstandina zêdetir a bi Çînê re ji bo peydakirina rêbazek ji bo şerrê Ûkraynê, tevî piştgîriyên Pêkenê ji Moskowayê di warên curbicur da amade ye.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya ewrûpayê ku berî nika bi awayeka aşkera dijî pilana aştiyê ya Çînê derketibû, di vê nameyê da bi zimaneka tam cida nivîsiye ku ev yekîtiya pêşwaziya hemî pêngavên tam erênî yên Çînê ji bo peydakirina rêbazek ji bo şerrê Ûkraynê dike.

 

Serepeyv