Meşa leşkerî ya Roja Serkeftinê li meydana Sor a Moskoyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341223-meşa_leşkerî_ya_roja_serkeftinê_li_meydana_sor_a_moskoyê
Meşa Hêzên Çekdar a Rûsyayê bi minasibeta salvegera 78’an a serkeftina li şerrê cîhanî yê duyem, îro hevgavê Roja Serkeftinê, li meydana Sor a Moskowayê û bi beşdariya Pûtîn hate lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Meşa leşkerî ya Roja Serkeftinê li meydana Sor a Moskoyê

Meşa Hêzên Çekdar a Rûsyayê bi minasibeta salvegera 78’an a serkeftina li şerrê cîhanî yê duyem, îro hevgavê Roja Serkeftinê, li meydana Sor a Moskowayê û bi beşdariya Pûtîn hate lidarxistin.

Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsyayê, ligel serokên biyanî yên ji Ermenistan, Bilarûs, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan, Uzbekistan û Tirkmenistanê ji bo beşdariya li vê meşê li meydana Sor a Moskoyê amade bûn.

Pûtîn di vê merasimê da ji bilî pîrozkirina Roja Serkeftinê li hemî leşkerên ûris got: Beşdariya serokên welatên bi berjewendiyên hevpar di vê rêûrismê da, nihêrîna wan a hêjayî rêzgirtinê li bîreweriya şerê cîhanî yê duyem, nîşan dide. Hemî xelkê Yekîtiya Soviyetê, di vê serkeftinê da beşdar bûn.

Pûtîn herwiha got ku welatên rojavayî, pevçûn û şoreşan han didin û nirxên kevnar ji nav dibin. A nika meşek ber bi cîhana adilanetir û îmkana geşepêdana ji bo hemî welat û gelan re heye.

Wî li ser şerrê Ukraynê jî got: Amerîka û hevgirtiyên wê, sûçkarên destpêbûna şerrê li Ukraynê ne.