May 02, 2023 16:05 Asia/Tehran
  • Aliyên şêrr ên sûdanî li ser gotûbêjê li hev kirin

Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûdanê ragihand ku Fermandeyê Artêşê û Fermandeyê Hêzên Berteka Lezgîn li hev kirin ku nûnerên xwe ji bo lidarxistina gotûbêjan bi mebesta bidawîanîna pevçûnan bişînin.

Folkêr Prêts Şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûdanê ji ajansa Associated Press'ê ra got: Gotûbêj di destpêkê da dê ji bo pêkhatina agirbesa mayînde bi çavdêriya çavdêrên navxweyî û navneteweyî be. Hîn pirsgirêkên mezin ji bo handana du aliyan bo sozdariya derheqê agirbesê hene.

Wî got: Têkiliya navbera du aliyan û handana wan bo sozdariya derheq agirbesê hema wisa girîng e. Yek ji îhtimalan îcadkirina mekanîzma çavdêriya ser agirbesê ye ku pêkhatî ji çavdêrên sûdanî û derveyî ye, lê divê di vî warî da gotûbêj werin lidarxistin.

Ji aliyê din va, çavkaniyên nûçeyan qala pevçûn û qewimîna çend teqînan li nêzikî Koşka Serokkomartiyê li Xartûma paytexta Sûdanê kirin.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşbînî kir ku bi dewama şer û pevçûnan li Sûdanê, hejmara awareyên vî welatî bigihêje zêdetir ji 800 hezar kesî.

Li gorî gotina şehedan, balefirên şêrr li asimanê bajarê Xartûmê difirrin û dengê guleavêtinê berdewam tê bihîstin û ev di rewşekê da ye ku gel tûşî kêmasiya pêdiviyên esasî weke xwaremenî, av û dermên bûne.

 

Serepeyv