Nîsan 30, 2023 13:38 Asia/Tehran
  • Guleavêtina mirinbar li Siyatila Amerîkayê

Polîsê ragihand ku ji ber guleavêtina êvara Şemiyê li Parka Siyatilê du mêr hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Memûrên Polîsê bajarê Siyatilê dê mêr bi birînên ji ber guleyên dîtin; lê li gorî gotina Polîs, mêrekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû.

Li gorî gotina Polîs, du goriyên din ji parkê li Taxa Kapîtol Hîlê bo Navenda Pizîşkî ya Harbour View'yê hatin veguhestin û li wir jî mêrê diduyan canê xwe ji dest da. Li gorî gotina Polîs, halê goriyê sêyem  ê ji ber guleavêtinê jî xerab e.

Vekolîn nîşan didin, hejmara kuştiyên ji ber bikaranîna Çeka Germ li Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind di 30 salên derbasbûyî da.

Azadiya rakirin û hilgirtina çekan li Amerîkayê bûye sebeba qewimîna pevçûnên bi çekê û guleavêtinê li seranserî vî welatî ku her roj hin kes ji ber wê canê xwe ji dest didin.

 

Serepeyv