Nîsan 30, 2023 08:36 Asia/Tehran
  • Nerazîtiya berfireh li hemberî pêşniyazqanûna nû ya Koçberiyê ya hikûmeta Fransayê

Bi hezaran kes ji wan gelek ji koçberên neqanûnî roja Şemiyê li Parîsê û bajarên din ên Fransayê meşiyan û nerazîtiya xwe li hemberî guherînên plandarêştî di pêşniyazqanûna nû ya Koçberiyê ya dewleta Emmanule Macron Serokkomarê Fransayê diyar kirin.

Pêşnumaya nû ya Koçberiyê ya hikûmeta Mekron di bin navê "Kontrolkirina Koçberiyê tevî Baştirkirina Sazbûna digel Civakê" bi armanca dabînkirina zêdetir a rewşê ji bo dersînorkirinê, nemaze ji bo biyaniyên ku sûc û binpêkirinan pêk tînin e.

Li gorî vê pêşniyazqanûnê, serdestiya li asta herî kêm a zimanê fransî beriya dayîna Destûra Îqametê ya çendsalî pêwîst e û îmkana girtina şopa pêçiyan neçarî ye û ev pêşniyazqanûn rewşê ji bo girantirkirina pêwîstiyên qanûnî ji bo dirêjkirina destûrên demdirêj dabîn dike.

Li Parîsa paytexta Fransayê, xwenîşanderan tevî ku hin benêr bi nivîsên weke "Ne bo Qanûna Darmanîn" û "Dijî serkutkiirn, zîndan û sirgûnê" rakirinûn, li dijî Cêrald Darmanîn Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê dirûşme bilind kirin.

Li bajarê Rênê yê bakurê rojavayê Fransayê jî çend hezar kes ji bo xwenîşandaneke dikî pêşnuyama Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê û Koçberiyê derketin nav kolanan û hin benêr bi têgeha "Hevgirtin digel Penaxwazan" bilind kirin.

 

Serepeyv