Nîsan 29, 2023 16:08 Asia/Tehran
  •  Ciwanekî kurd bû Şaredarê Lambeth a Londonê

Ciwanekî kurd bi navê Serbaz Berzencî piştî cîgirî, niha jî bû Şaredarê Lambeth a Londona Îngilistanê.

Siyasetmedar Serbaz Berzencî 36 salî ye. Ev zêdetirî 20 salan e li Îngilistanê dijî. Berzencî par di meha gulanê de bûbû Cîgirê Şaredarê Lambethê û niha jî bû Şaredar.

Li Meclisa Şaredariyê meresimek hat li dar xistin. Berzencî bi kincên kurdî beşdarî merasimê bû û hem bi kurdî, hem bi îngilîzî sond xwar. Piştî sondxwarinê Berzencî wekî şaredar dest bi peywirê kir.

Lambeth li başûrê Londonê navçeyek e. Nifûsa wir dor 300 hezar kesî ye. Di sala 2019'an de kurdekî ji Elbistanê Îbrahîm Doguş ji bo serokatiya şarediraya wir hatibû hilbijartin û bûbû şaredar.

Serbaz Berzencî (Serbaz Alî Berzencî) kurdekî Kurdistana Iraqê ye û ji Raperîna Silêmaniyê ye. 

Berzencî roja 26'ê mehê bi merasimek peywir girt ser milên xwe. 27'ê mehê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re wisa got, "Ez gelek serbilind im ku bûme Şaredarê We.

 

 

Serepeyv