Nîsan 24, 2023 14:50 Asia/Tehran
  • Cejna salvegera damezirandina Roma Kevnar li Îtalyayî hat lidarxistin

Niştecihên Romê salvegera 2776an a damezirandina Roma Kevnar pîroz kirin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Zêdetirî hezar romiyan roja Yekşemiyê bi lixwekirina kincên leşkerên Roma Kevnar û Gladiyatoran li kolanên navendî yên Roma paytexta Îtalyayê meşiyan.

Hejmareke din a welatiyên ewropî jî beşdarî meşa Roma Kevnar bûn. Ev rêûrism her sal li bajarê Romê tê lidarxistin.

Dîroka avakirina bajarê Roma Kevnar digel hin efsaneyan tê şirovekriin.

Lidarxistina vê rêûrisma kevnar ji bilî bibîranîna dîroka Roma Kevnar bo welatiyên îtalî, şêwazeke din ji bo kişandina bala geştyarên biyanî ye.

 

 

Serepeyv