Nîsan 22, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Ingilîsê di roja çaran da hat domandin

Kolanên Londonê di mehên vê dawîyê da veguherîne qada xwenîşandana dijî hikûmetê ya herî berfire û nerazîyan di 4 rojên buhurî da greva xwe li ber wezaretxaneyan, avahîya parlimanê û avahîya serokwezîrtîya Ingilîsê domandine.

Gelê Ingilîsê di roj û hefteyên vê dawîyê da bi caran bi nîşana nerazîbûna himberî qeyrana aborî û rewşa dijwar a debara jîyanê daketîye kolanan û rêxistinên piştgirê jîngehê jî di 4 rojên buhurî da ragihandin ku dewra nû ya xwenîşandanan dê heta 4 rojan bê domandin û bi pişkdarîya nêzî 100 hezar kesên dijî sîyasetên kabîna Brîtanyayê yên derheq jîngeh û hawirdorê tê lidarxistin.

Duh li Londonê bi hezaran welatîyên ingilîsî di roja yekê ya wan grev û nerazîbûnan da li kolanên Londonê li ber wezaretxaneyan, avahîya parlimanê û avahîya serokwezîrtîya Ingilîsê kom bûn û ji hikûmetê û parlimanê xwestin ku ji bo parastina jîngehê pêngavên pratîkî rake.

Damezirînerê Dezgeha Vîva’yê ku dezgeheke pişgira jîngehê li Ingilîsê ye, di xwenîşandana li Londonê da pişkdar bû û got: Em tûşî qeyranên jîngehê yên curbicur bûne, ji wan qeyrana di jîyana ajel û kovîyan da ku wan qeyranana jîyana mirovantîyê xistine ber xeterê.

 

Serepeyv