Nîsan 16, 2023 15:47 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê ya NY’yê sibe wê li ser alûgorên Sûdanê bicive

Çavkaniyên nûçeyan berbanga Yekşemiyê ragihandin ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê biryar e roja Duşemiyê civînekê li ser alûgorên Sûdanê li dar bixe.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Pêştir ‘Antonio Guterres’ Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji hemî aliyan li Sûdanê û welatên navçeyê xwest ku ji bo vegeriyana aramiyê bo vî welatî bibin alîkar.

Her wiha ‘Volker Perthes’ Nûnerê taybet ê Guterres li Sûdanê û Serokê Memûriyeta Alîkariya ji bo Veguhestinê li Sûdanê (UNITAMS) roja Şemiyê pevçûnên li Sûdanê şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye, Ji roja Yekşemiyê va pevçûnên navbera hêzên artêşê û hêzên lezbertek ên Sûdanê li Xartomê dest pê bûne.

Ji ber van pevçûnan heta niha zêdetirî 650 kesî hatine kuştin an birîndar bûne.

Ev pevçûn navbera hêzên Artêşa Sûdanê bi fermandetiya Jeneral Ebdulfettah Burhan wek serokê tiştê ku Konseya Hakimiyetê ya Sûdanê tê binavkirin û “Muhemmed Hemdan Dexlû” nasyar bi “Hemîdetî” alîkarê Burhan û Fermandeyê Hêzên Lezbertek li Xartoma paytexta Sûdanê dest pê bûn.

Bi destpêbûna pevçûnan li Sûdanê, karûbarên li paytexta vî welatî ketine rewşa betaliyê û canê gelek welatiyên sivîl li ber xeterê ye.

Di van pevçûnan da Artêşa Sûdanê balefirên şêrr û xwefirran ji bo êrîşa ser baregehên Hêzên Lezbertek bi kar tîne û deng guleavêtinê li Xartomê tê bihîstin.

 

Serepeyv