NY’yê xwest ku pevçûnên li Sûdanê bilez werin rawestandin
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûdanê daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li vî welatî afrîqî kir.
Li gorî nûçeya IRNA’yê, ‘Volker Perthes’ Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY’yê li Sûdanê roja Şemiyê tevî şermezarkirina pevçûpnan li Xartoma paytexta Sûdanê û derdora vî bajarî ragihand ku di têkiliya telefonî digel Fermandeyê Artêşa Sûdanê û Hêzên Lezbertek ji wan xwestiye ku bilez pevçûnan rawestînin.
Hêjayî gotinê ye, Ji roja Yekşemiyê va pevçûnên navbera hêzên artêşê û hêzên lezbertek ên Sûdanê li Xartomê dest pê bûne.
Ji ber van pevçûnan heta niha zêdetirî 650 kesî hatine kuştin an birîndar bûne.
Ev pevçûn navbera hêzên Artêşa Sûdanê bi fermandetiya Jeneral Ebdulfettah Burhan wek serokê tiştê ku Konseya Hakimiyetê ya Sûdanê tê binavkirin û “Muhemmed Hemdan Dexlû” nasyar bi “Hemîdetî” alîkarê Burhan û Fermandeyê Hêzên Lezbertek li Xartoma paytexta Sûdanê dest pê bûn.
Bi destpêbûna pevçûnan li Sûdanê, karûbarên li paytexta vî welatî ketine rewşa betaliyê û canê gelek welatiyên sivîl li ber xeterê ye.
Di van pevçûnan da Artêşa Sûdanê balefirên şêrr û xwefirran ji bo êrîşa ser baregehên Hêzên Lezbertek bi kar tîne û deng guleavêtinê li Xartomê tê bihîstin.