Nîsan 15, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Vîdyo; Rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê li Bêlarûsê

Rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê li mizgefta misilmanan a Mînska paytexta Bêlarûsê bi beşdariya hin balyoz û nûnerên welatên îslamî û welatên din hat lidarxistin.

Duh 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê bû.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Li gorî nûçeya IRAN Press’ê, Ebûbekir Şe’banovîç miftiyê mezin ê Mînskê di vê rêûrismê da tevî şermezarkirina êrîşên rejîma Îsraîlê ser filistîniyan, tekezî li ser hevgirtina digel gelê Filistînê kir.

Elîreza Sani’î Balyozê Îranê li Bêlarûsê di rêûrisma Roja Cîhanî ya Qudsê da got:Tenha rêya serkeftina gelê Filistînê berxwedan û piştevaniya miletên îslamî û azadeyên seranserî cîhanê ji filistîniyan e.

 

Serepeyv