Nîsan 14, 2023 18:35 Asia/Tehran
  •  18000 çêlek li Amerîkayê telef bûn

Di encama teqîneka giran ku li cihê xwedîkirina dewaran li dorhêla bajarê Dîmîtê li Eyaleta Têgzasê qewimî, nêzî 18 hezar cêlek telef bûne.

Rayedarên xwecihî li Têgzasê dibêjin di encama teqîna giran a ku çend rojan berî nika li dorhêla bajarê Dîmîtê ser bi vê eyaletê qewimî da, nêzî 18 hezar çêlek mirar bûn.

Di encama vê teqînê da ku li cihê xwedîkirina çêlekan a Sawt Forkê li nêzîkî bajarê Dîmîtê qewimî, kesek bi giranî birîndar bûye.

Rayedar dibêjin muhtemel e ku pirsgirêka teknîkî û kelbûna zêde ji astê ya sîstimeka valakirinê, bûye sedema teqîna gaza Mêtanê.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehîyê ya navçeya Kastêroyê gotiye ku hejmara deqîq a çêlekên ku di encama agirpêketin yan hilmijîna dûkela ji ber vê telef û mirar bûne, nediyar e lê ev ihtimala heye ku nêzî 18 hezar serî cêlek telef bûbin.

Wisan ku hatiye ragihandinhin çêlek di encama vê teqîn û agirpêketinê da birîndar bûbûn, lê sax mabûn ku bi merema xilaskirinê, hatine serjêkirin.

 

Serepeyv