Nîsan 13, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Rêberê Talibanê ser dabînkirina dadmendiyê bi mînakgirtina Hezretê Elî (S) tekez kir

Rêberê Hikûmeta demkî ya Talibanê xitabî berpirsan li ser dabînkirina dadmendiyê li Efxanistanê bi mînakgirtina Hezretê Elî (S) tekez kir û got: Nebûna dadmendiyê dê welêt têk bibe.

Li gorî rapora AVA Press’ê, ‘Molla Hibetullah Axûndzade’ Rêberê Hikûmeta demkî ya Talibanê di peyameke dengî da ku ji aliyê ‘Zebîhullah Mucahid’ Berdevkê Talibanê va êvara Çarşemiyê hat weşandin, got: Bêyî cihanîna dadmendiyê û çareserkirina pirsgirêkên gel, hikûmetkirin ne pêkan e.

Rêberê Talibanê di vê peyama dengî da tekez kir: Mayîna hikûmet û welêt bi edaletê pêkan e û eger ev yek nebe, kuştin û tolhildan dê dest pê bike.

 

 

Serepeyv