Nîsan 12, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Neviyê Nelson Mandela piştgirî da Roja Cîhanî ya Qudsê

Neviyên rêberê Afrîqaya Başûr piştevaniya Roja Cîhanî ya Qudsê û meşa di vê rojê da kir.

Înîya herî dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (RE), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek “Roja Cîhanî ya Qudsê” hatiye binavkirin.

Ev roj, roja têkoşîna dijî zilm û sitemê û roja diyarkirina yekitî û hevgirtina misilmanên seranserî cîhanî li hemberî zêdexwaziyên dijminên îslamê ye.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Duşemiyê, “Zoliyo Lile Mandela” neviyê “Nelson Mandela” rêberê Afrîqaya Başûr tevî piştevaniya ji Roja Cîhanî ya Qudsê, ji hemî azadîxwazên cîhanê xwest ku ji bo piştevaniya ji gelê bindest ê Filistînê beşdarî meşa vê rojê bibin.

Wî her wiha ji hemî azadîxwazên cîhanê xwest ku li kêleka gelê Filistînê rawestn û alaya vî welatî bihejînin.

Neviyê Mandela xitabî gelê Filistînê tekez kir: “Em li kêleka we rawestiyane. Ramana we ramana me û azadiya we azadiya me ye jî.”

 

 

Serepeyv