Li Kentucky’ya Amerîkayê êrişa bi çekan; 11 kes hatin kuştin û birîndarkirin
Nîsan 11, 2023 15:26 Asia/Tehran
Li bajarê Louisville’ê yê wîlayeta Kentucky’ya Amerîkayê êrîşeke bi çekan pêk hat û di encamê de 5 kes hatin kuştin. Di bûyerê de polîsek jî di nav de 6 kes jî birîndar bûn.
Polîsan diyar kir ku êrîşkar jî hatiye kuştin.
Bûyer li “Old National Bank” ya li navenda bajarê Louisville’ê qewimî. Polîsan di dema bûyerê de ji gel xwest ku ji qadê dûr bikevin.
Hat ragihandin ku hin kesan karîbûn xwe di bankê de veşêrin û ji hundir ve bi polîs re bikevin têkilîyê.
Cîgirê Serokê Dayîreya Polîsan a herêma Lîyosvilê got: 3 xulekan piştî ragihandina êrişê efserên polîs gihîştin cîyê bûyerê. Êrişêker yek ji karmendên berê yên bankeke wê herêmê bûye.