Bertekên têkildarî tawanbarkirina Trump
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340496-bertekên_têkildarî_tawanbarkirina_trump
Serokê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê wek berteka himberî tawanbarzanîna Trump got: Pergala me ya dadwerîyê ber xeterê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2023 13:24 Asia/Tehran
  • Bertekên têkildarî tawanbarkirina Trump

Serokê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê wek berteka himberî tawanbarzanîna Trump got: Pergala me ya dadwerîyê ber xeterê ye.

Serokê Meclisa Parlimanterna a Amerîkayê Kêvîn Mek- Kartî ( Kevin McCarthy) wek berteka hibmerî tawanbarkirina Serokomarê berê yê vî welatî Donald Trump got: Ev karê Demokiratan hewlek ji bo destwerdana di hilbijartian da ye. Gelê Amerîkayê yê Demokiratan efû neke û pergala me ya dadwerîyê ber xeterê ye.

Serokê Demokiratan li Meclisa Sena ya Amerîkayê Çak Sumer (Chuck Schumer) jî ragihand: Trump wekî her amerîkîyekî himberî qanûnê teslîm dibe. Ew dikare qanûnê, ne sîyasetê ji bo kivşkirina çarenûsa xwe li gorî rastîyan bi kar bîne.

Endamê Demokirat ê Meclisa Parlimanterên Amerîkayê Adam Şîf (Adam Schiff) jî got: Hilêxistina tawanbarîyê dijî Trump bûyereke bêmînak e, lê serederîya Trump û revîna wî ji qanûnê jî bêmînak bûye.

Endamê Komarxwaz ê Meclisa Sena ya Amerîkayê Têd Kurûz (Ted Cruz) jî got: Hilêxistina tawanbarbûnê dijî Trump bi wateya mirina qanûnê û hewla ji bo bijartina dubare ya Biden ji bo serokomartîyê ye.

Desteya Insafê ya Dadgeha Bilind a Menheten a New Yorkê, Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump sûckar zanî û ew bi dayîna 130 hezar dolarî wek diravê bêdengmayînê tawanbar kir.