Adar 25, 2023 18:34 Asia/Tehran
  •  Di encama bagerra giran li Mîsîsîpîya Amerîkayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan

Di encama bagerra giran li Mîsîsîpîya Amerîkayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Fermandarê eyaleta Mîsîsîpiyê ya Amerîkayê ragihand ku di encama bagerra ku Înîyê şevê li gor dema herêmê seranserî Mîsîsîpiyê dagirt ,7 kesan canê xwe dan.

Wî got: Me ambûlans û tîma awarte şandine navçeyên ziyandîtî û karê lêgerî û rizgarkirinê çalak e.

Li gor vê raporê piştî bagerra eyaleta Mîsîsîpiyê, bagereke tund li bajarê Sîlûr û Rolîng Forkê hat ragihandin û piştî wê bager gihêşt beşa bakurê rojavayê Çolayê.

Rayedarên xwecihî dibêjin ku hîna nekarîne asta ziyanên ku bagera bi xopan bi cih hiştiye texmîn bikin.

Lawaziya rayedarên xwecihî di warê qeyranên xwezayî bûye sedema nerazîbûna xelkê vî welatî.

 

Serepeyv