Adar 24, 2023 16:14 Asia/Tehran
  • Cejna Newrozê li ‘Mala Sînemayê ya Moskowayê’ hat lidarxistin

Mala Sînemayê ya Moskowayê roja Pêncşemiyê mazûvana rêûrisma pîrozkirina Cejna Newrozê bi amadebûna hejamreke hezkiriyên çand û hunerê li Rûsyayê bû.

Li gorî rapora IRNA’yê, Di vê rêûrismê da ‘Kazim Celalî’ Balyozê Îranê li Moskowayê beşdariya mamoste, xwendekar û hezkiriyên çand û hunerê yên Rûsyayê di rêûrisma pîrozkirina Cejna Newrozê da wek mînakeke ji nêzikatiya gelên du welatan zanî.

‘Kazim Celalî’ her wiha got: “Peyameke sereke ya vê cejna kevnare, rêzgirtina li peywendiyên navbera mirovan li gorî nirxên exlaqî ye.”

Balyozê Îranê li Moskowayê tevî amajeya bi berfirehkirina peywendiyên du welatan di sala 1401ê da, got: “Ji bilî berfirehbna peywendiyên dualî, guherîna di pergala navneteweyî da û sekinîna li hemberî yekalîtîşopiyê, Îran û Rûsya li hevûdu nêziktir kirine.”

Belavkirina Peyama Serokkomar û  Rêberê Înqilabê bi boneya Newrozê, têkiliya zindî digel Mezargeha Îmam Reza (S), pêşkêşçkirina mûzîka gelêrî ya Îranê bi beşdariya komekê ji parêzgeha Bûşêhrê, lidarxistina pêşbirka Helbestxwendinê bi beşdariya xwendekaran, jenînan stranên binavûdeng ên mûzîkê, pêşkêşkirina Sirûda xwendevanên Navenda Peyama Îmam (Re), Tev-strîna Sirûda ‘Ey Îran’ê ji aliyê beşdaran û hwd ji bernameyên din ên Cejna Newrozê ya îranîyan li Rûsyayê bû.

 

 

Serepeyv