Adar 24, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Li Birminghama Inglîzê misilmanek hat şewitandin

Misilmanek piştî nimêjê û derketina ji mizgevtê hat şewitandin.

Wêneyên ku ji kamêraya bajarê Birminghama Inglîzê hatine weşandin, nîşan didin ku mêrek ji mizgevtê derdikeve û vedigere mala xwe, tê şewitandin.

Di van wêneyan de tê dîtin ku mêrek, kesê gorrî li kolanê radiwestîne û dixweze bi wî re biaxive û pêşiyê lê digre, heta ku ew dighêje binê şeqamê û piştî çend kêliyan mêrik bi sprêyê madeyekê direşîne ser wî û wî dişewitîne.

 Polîs kesê êrişkir desteser kiriye û di halê jêpirsiya ji wî ye. Erkdarên dije terorê, vê fîlmê hildikolin ku bizanin merema wî ji vê cinayetê çi bûye.

 Heftiyek beriya vê bûyerê jî mêrekî 82 salî li navçeya Îlînga Londonê hat şewitandin.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareat Karên Derve ya Îranê, duh Pêncşemiyê bal kişand ser şewitandina vî kalemêrî di dema derketina ji mizgevtê li Birminghamê û di twîtekê de nivîsî: “Agirberdana kalemêrekî misilman li şeqamê û li ber çavê xelkê li bajarê Birminghama Inglîzê di dema derketin wî ji mizgevtê karesat e.”

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, di dewamê de nivîsî: “Encama tirsandina ji îslamê bi awayekî sîstematîk li welatên rojavayî belrfirehkirina kîn û nifretê û şîdeta eşkere ye.”

 

Serepeyv