Polîsê Amerîkayê ciwanekî din ê reşpost kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340306-polîsê_amerîkayê_ciwanekî_din_ê_reşpost_kuşt
Mêrekî reşpost bin kut û lêdana polîsên Amerîkayê canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2023 15:08 Asia/Tehran
  • Polîsê Amerîkayê ciwanekî din ê reşpost kuşt

Mêrekî reşpost bin kut û lêdana polîsên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

 Li gorî rapora France Press’ê, wêneyên kamêrayê ku duh hatin weşandin, nîşan dide Irvo Otîno, koçberekî 28 salî yê Kinyayê, piştî derbaskirina pirsgirêkeke pîskolojîk, 6ê Adarê bi destê polîs û kedkarên nexweşxaneyê li bajarê Hênrîkoya Vîrcînîyayê hat kuştin.

Kesê gorrî bin kut û lêdana polîsên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

 Otîno ku jenyar û hunermend bû, di 4 saliya xwe de bi malbata xwe re ji Kinyayê koçberî Amerîkayê bûbûn û 24 salan li vî welatî jiyabû û ders xwendibû.

 Amarên vê dawiyê yên koma Şopandina Şîdeta Polîs a Saziyeke nehikûmî nîşan dide polîsê Amerîkayê di sala 2022’an de hezar û 176 kes kuştine.